Koordînasyona Hilbijartinê ya Berlînê: Em mal bi mal bigerin!
Li Berlînê dengdana ji bo hilbijartinên serokkomariyê dest pê kir. Koordînasyona Hilbijartinê bang li gel kir û got, "Em mal bi mal bigerin û hemû welatiyên xwe bibin ser sindoqan.”
Li Berlînê dengdana ji bo hilbijartinên serokkomariyê dest pê kir. Koordînasyona Hilbijartinê bang li gel kir û got, "Em mal bi mal bigerin û hemû welatiyên xwe bibin ser sindoqan.”
Li paytexta Elmanya Berlînê, ji bo hilbijartinên serokkomariyê ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ku wê di 28’ê Gulanê de pêk werin, xebatên dengdanê dest pê kir. Ji saetên serê sibê ve hilbijêran li ber konsolosxaneya Berlînê ketin rêzê. Hilbijartin bi beşdariyeke bilind wê 5 rojan saet di navbera 08:00-22:00’an de berdewam bike.
'EM BIÇIN SER SINDOQAN Û DÎKTATORIYÊ TÊK BIBIN’
Endamê Koordînasyona Hilbijartinê ya Berlînê Huseyîn Yilmaz bal kişand ser girîngiya dengên li derveyî welat û destnîşan kir ku divê her kes dengê xwe bide. Yilmaz got, "Ji bo avakirina demokrasiyê li Tirkiyeyê divê dîktator têk biçe. Ji bo vê jî divê hemû hilbijêrên me werin ser sindoqan û dengên xwe bidin."
Yilmaz her wiha got: "Kesên ku dilê xwe bi tevgera siyasî ya Kurd ve girêdaye, bila deriyek ku lênexin nemîne û biçin serdana hemû kesan. Ji bo avakirina demokrasiyê divê em kolan bi kolan beşdarî xebatan bibin û têkoşînê bilind bikin."